Li Eyn Îsayê 5 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve di 2 rojên borî de êrîşên xwe li ser gundê Eyn Îsayê zêde kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Eyn Îsayê di encama rûbirûbûna di navbera şervanên HSDê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, di 2 rojên borî de 5 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), şervanên HSDê di 2 rojên borî de rûbirûyî êrîşên grûpên çekdaran bû û ew êrîş şikandin. Di endamê de jî 5 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir jî, grûpên çekdar di 2 rojên borî de êrîşên xwe li ser gundê Eyn Îsayê zêde kirine, lê wan karî wan êrîşan bişikînin û rê nedin ku ew derbasî gundên Eyn Îsayê bibin.

Ji heyama çend hefteyên borî ve Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine û dixwazin wê dagîr bikin. HSD jî dibêje, ew ji bersiva wan êrîşan didin û nahêle Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.