Aliyên Iraqî mûçe û budceyê wek karteke fişarê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar tînin

Parlamenterên Kurdistanê jî diyar dikin, "heger dahata hemû xalên sînorî vegere û yasaya çaksaziyê wekî xwe bi cîh bibe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare mûçeyan belav bike.
Parlamentoya Iraqê
Parlamentoya Iraqê

Hewlêr (K24) – Endamên Parlamentoya Kurdistanê dibêjin şandina mûçe û budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, weke karta zextê li dijî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn. Herwiha dibêjin jî: "Eger dahata hemû xalên sînorî vegere û yasaya çaksaziyê wekî xwe bi cîh bibe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare mûçeyan belav bike, lê her hewleke hikûmetê tê dayîn da ku bi Bexdayê re lihevkirinek pêk bê.

Di demekê de ku kabîne nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di riya bicihkirina karnameya xwe de gavine baş ji bo çaksaziyê avêtine, bi armanca zêdekirina dahatê û kêmkirina xerciyan, herwiha pêngavên berbiçav jî ji bo rêkxistin û birîna xaneşîna neyasayî avêtine, da ku bikare mûçeyên karmendan bide û pişta xwe bi xwe bibeste, lê ev jî li ser hevkariya aliyên pêkhênerên kabîne nehem disekene.

Endamê Komîta Destpakiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Weysî Seîd ji K24ê re dibêje: “Heger aliyên pêkhênerên hikûmetê hevkar bin, hikûmet dê bikare pirsgirêka mûçeyê çareser bike, lê ligel wê jî, her hewlekê ji bo bi Bexdayê rêkeftinê bikin didin.”

Ew tekez dike jî, heger tevahiya dahatên xala sînorî vegerin xezîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yasaya çaksaziyê wek xwe bê cibicîkirin û jêderên din ên dahatê bêne rêkxistin, Herêma Kurdistanê dikare pişta xwe bi xwe ve girê bide û li benda Bexdayê nemîne.

Endama Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad di wê derbarê de diyar dike, heger hin alî dest ji qaçaxçîtiyê berdin, xalên sînorî bê rêkxistin û aliyên siyasî jî piştgîriya pêngavên kabîneya nehem bikin, pirsgirêka mûçeyê dê çareser bibe.

Ji bo derbaskirina projeyasaya budceya 2021an a Iraqê ku niha ji bo pesendkirinê li Parlamentoya Iraqê ye, hin komên Parlamentoyê bi riyên cuda hewl didin ew projeyasa neyê pesendkirin. Endamekî Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê radigihîne, piştî betlaneya sersalê, Parlemanto projeyasaya budceya giştî ya Iraqê dixe karnameya Parlamentoyê.