Li Dêgele du malbatan şer kirin: 4 kuştî û 4 birîndar

Li gundê Eşkewt Seqa yê ser bi nahiya Dêgele ya sînorê parêzgeha Hewlêrê, li ser kêşeya zevî çar kes hatin kuştin û çar kes jî birîndar bûn.
Xizmên qurbaniyan li ber nexweşxaneyeke Hewlêrê
Xizmên qurbaniyan li ber nexweşxaneyeke Hewlêrê

Hewlêr (K24) – Li gundê Eşkewt Seqa yê ser bi nahiya Dêgele ya sînorê parêzgeha Hewlêrê, li ser kêşeya zevî çar kes hatin kuştin û çar kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Polîsê Koye Elî Ebdulla li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihand; demek berî niha li gundê Eşkewt Seqa yê ser bi nahiya Dêgele kêşeya zevî di navbera du malbatan de derket holê û di encama pevçûnan de çar kes hatin kuştin ku sê birayên malbatekê û ji malbata din jî kesek hat kuştin û çar kes jî birîndar bûn.

Elî Ebdulla diyar kir; birîndar û kuştî veguhestine nexxweşxaneyên Hewlêrê.

Ebdulla eşkere kir ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir û ji ber ku bûyer nû ye hêj kesek nehatiye desteserkirin.