Heşda Şeibî li Bexdayê xwepêşandan encam da
Bexda (K24) – Alîgir û çekdarên Heşda Şeibî li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê xwepêşanek encam da û çendîn dirûşmên li dijî Amerîkayê anîn ziman.
Bi sedan kesên alîgir û çekdarên Heşda Şeibî ji bo bîranîna kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis, li Bexdayê xwepêşandan kirin û bi bilindkirina wêneyên Suleymanî û Muhendis, li dijî Amerîkayê dirûşm gotin.
Herwiha Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz û Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî jî beşdarî merasîma bîranîna Suleymanî û Muhendis bûn, ku duh 1ê Çileya 2021ê li paytexta Îranê bajarê Tehranê birêve çû.