Li Şingalê mayîn teqiya: Xortekî jiyana xwe ji dest da
Şingal (K24) – Vê sibê ji ber teqîna mayîneke vedayî li komelgeha Tilbenat, xortekî 14 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, mayîneke paşmahiya çekdarên DAIŞê li komelgeha Tilbenat a li başûrê Şingalê teqiya û di encama bûyerê de xortekî bi navê Zeman Îdo bû qurbanî û canê xwe ji dest da.
Tevî kêmbûna hejmara kesên ji ber DAIŞê ji Şingalê û derdora wê aware bûne jî, di van salên dawî de ji ber paşmahiyên mayînên vedayî yên DAIŞê, çendîn kes bûne qurbanî.
Di sala 2015an de di operasyoneke berfireh a hêzên Pêşmerge de Şingal ji destê DAIŞê hat rizgarkirin, lê ji ber hebûna komên çekdar, heta niha jî nekarîne hemû deran bi temamî ji mayînan paqij bikin.