“Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve êrîşî Eyn Îsayê dikin”

Grûpên çekdaran êrîşeke berfireh li ser riya navdewletî M4ê û gundê Seyda li bakurê Reqayê jî pêk anîne.
Bajarokê Eyn Îsayê
Bajarokê Eyn Îsayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Topxaneya Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve kampa Eyn Îsa û gundên wê topbaran dike û ziyanên madî gihîştine mal û milkên xelkê.

Ajansa Sûrî ya fermî (SANA) Belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi top û Hawinan êrîşî ser gundewarê Eyn Îsa û kampa wê kirin û ziyanên mezin gihîşt mal û milkên xelkê.

Diyar kir jî, grûpên çekdaran êrîşeke berfireh li ser riya navdewletî M4ê û gundê Seyda li bakurê Reqayê jî pêk anîne.

Wê ajansê diyar kir jî, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar, hejmarek malbat ji malên xwe derketin û ber bi cihê ewle ve bar kirin.

Zêdetir ji mehekê ye Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine û dixwazin wê dagîr bikin. HSD jî dibêje, ew ji bersiva wan êrîşan didin û nahêle Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.