Li Sûriyê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hejmara kesên li Sûriyê bi vîrûsa Korona (Covid-19) canê xwe ji dest dane, gihîşt 723 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê 6 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyê wê vîrûsê gihîşt 723 kesan.

Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 90 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 11 hezar û 616 kesan, ji wan jî 723 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha 5485 kes jî baş bûne.

Pêştir Rêxistina Human Rights Watchdi raportekê de ragihand, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.