Iraq.. Bi hezaran alîgirên Heşda Şeibî di salvegera kuştina Qasimî de xwe pêşan didin

Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Mohemdis berbanga roja 3.1.2020an li nêzîkî firokxaneya Bexdayê ji aliyê firokeyeke bêfirokvan a Amerîka ve hatibûn kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera yekem a kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Mohendis de, îro bi hezaran alîgirên Heşda Şeibî li meydana Tehrîr li Bexdayê dest bi xwepêşandanan li dijî Amerîka kirin.

Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebûmehdî Mohemdis berbanga roja 3.1.2020an li nêzîkî firokxaneya Bexdayê ji aliyê firokeyeke bêfirokvan a Amerîka ve hatibûn kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, îro berî nîvro bi hezaran alîgirên Heşda Şeibî li meydana Tehrîr li Bexdayê dest bi xwepêşandanan li dijî Amerîka kirin.

 Şeva borî jî ew xwepêşander li ser riya sereke ya firokxaneya Bexdayê kom bûbûn û çendîn serkirdeyên Heşda Şeibî û parlemanterên Şîe mezheb di nav de amade bûn û nerazîbûnên xwe nîşan dan û diruşm li dijî Amerîka gotin.

Komîta Hevhengiyê ya xwepêşanderan li ser daxwaza Desteya Giştî ya Heşda Şeibî daxwaz ji alîgirên xwe kirin ku biçin li meydana Tehrîrê kom bibin.

Herwiha Navçeya Kesk a Bexdayê ku Balyozxaneya Amerîka, hemû saziyên hikûmetê û nûneratiyên welatan lê ye, ji aliyê ewlekariyê v hatine kontrolkirin û deriyên wê hatine girtin.

Peyamnêrê me diyar kir, Ewên ku beşdar bûne ne tenê xelkê Bexdayê ne, belê li ser hesabê Heşda Şeibî jli bajar û parêzgehên din ên Iraqê bi otobûsan hatine di xwepêşandanê de beşdar bin.