Hizbûllaha Iraqê niyeta xwe ya derbarê balyozxaneya Amerîka de diyar kir

Wêne: Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê gelek caran rastî êrişan hatiye.
Wêne: Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê gelek caran rastî êrişan hatiye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hizbullaha Iraqê radighîne, niyeta wan a kontrolkirina balyozxaneya Amerîka li Bexdayê nîn e. Herweha niha ne dema hilweşandina Hikumetê ye.

Di beyanameya Hizbullaha Iraqê de hatiye, di salvegera kuştina Qasim Suleymanî û Ebu Mehdî Muhendis de, niyeta wan kontrolkirina balyozxaneya Amerîka û hilweşandina hikûmeta Kazimî nîn e.

Derbarê radestkirina çekan bi hikumetê jî, Hizbullah red dike çekên xwe radestî tu aliyekî bike û gef li her hewlek bi vî awayî jî kirin û gotin, niha ne demek guncaw bo hilweşandina hikûmetê ye. Liser kontrolkirina balyozxaneya Amerîka li Bexda jî, bêhna wan fereh e.