Hikûmetê minheya zêdetir ji 13 hezar kesî birî

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ew minhe ji ser kesên ku mercên yasayî pêk neanîne birî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan di çarçova yasaya çaksaziyê de, minheya (alîkariya hikûmetê) 13 hezar û 282 kesan birî ku mercên yasayî pêk neanîne.

Birîkarê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan Bervan Hemedî ji K24ê re ragihand, bi mebesta cibicîkirina birge û madeyên yasaya çaksaziyê di mûçe, dermale, bexişîn, îmtiyazat û xaneşînê li Herêma Kurdistanê û li gor biryara Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, mînheya 13 hezar û 282 kesan hatin birîn li mercên yasayî di wan de nebûn.

Ev pêngava çaksaziyê di demekê de, li gor yasaya çaksaziyê roja 4.1.2021an, mûçeya 10 hezar û 609 kesan ku zêdetirî mûçeyekê werdigirtin, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin birîn.

Herwiha Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ji duh ve dest bi lêkolîna lîsteya astengdaran kiriye, ji ber ku li gorî Wezîra Karûbarên Civakî Kewêstan Mihemed, hejmarek ji astengdaran ku sûde ji alîkariya astengdaran ditînîn û mirine, lê mûçeyên wan hîn jî berdewam in.