VÎDEO – Endamên Kongresê wisa xwe ji alîgirên Trump vedişêrin
Navenda Nûçeyan (K24) – Vîdeoyek li ser malperên civakî belav bûye, piştî ku alîgirên Serokê Amerîkayê Donald Trump avêtin ser avahiyê, endamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê di nav hola encûmenê de xwe vedişêrin.
Di vîdeoyê de xuya dike ku parêzvanên hola encûmenê rêgirî li têketina xwepêşanderan bo nav holê dikin, lê belê alîgirên Donald Trump di deriyekî din re dikevin nav encûmenê.