Rûsya: Sîstema hilbijartinan a Amerîkayê kevn e

Wezareta Derve ya Rûsyayê helwesta xwe li ser bûyerên li Washingtonê û êrîşa ser Kongresê ya ji hêla alîgirên Donald Trump ve, nîşan da.
Kremlîn
Kremlîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê helwesta xwe li ser bûyerên li Washingtonê û êrîşa ser Kongresê ya ji hêla alîgirên Donald Trump ve, nîşan da.

Li ser bûyerên li Washingtonê û êrîşa ser Kongresê, Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand; tiştê li Washingtonê rûda, bûyereke navxweyî ye û ew hêvî dikin gelê Amerîkayê di vê dema dramatîk re derbas bibe.

Herwiha Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar dike ku bûyerên van demên dawî derxist holê ku sîstema hilbijartinan a Amerîkayê sîstemeke kevn e û êdî bersiva pîvanên nû nade.