Joe Biden: Bila kes ji bo wan nebêje xwepêşander, ew terorîst bûn

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden li ser bûyerên li Washingtonê û êrîşa ser avahiya Kongresê diyar kir: “Bila kes ji bo wan nebêje xwepêşander, ew terorîst bûn.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden li ser bûyerên li Washingtonê û êrîşa ser avahiya Kongresê diyar kir: “Bila kes ji bo wan nebêje xwepêşander, ew terorîst bûn.”

Joe Biden derbarê êrîşa alîgirên Donald Trump bo ser avahiya Kongresê de axivî û ragihand: “Duh êrîşeke nedîtî bi ser keleha me ya azadiyê û demokrasiyê de hate kirin. Bila kes ji bo wan nebêje xwepêşander, ew terorîst bûn.”

Biden diyar kir ku Trump zirarê dide demokrasiya Amerîkayê û got: “Serbazên berê, kirin amûra siyasetê. Tu wisa fikirî ku bi rêya dadgerên dadgehê, tu yê bikarî serokatiyê bi dest bixî. Berî ku hilbijartin dest pê bike, wisa difikirî ku dê li dadgehê bi dawî bibe. Wisa difikirî ku dadger dê serokatiyê diyarî bike. Lê belê daraz berpirsyariya xwe anî cih û peywira xwe cîbicî kir.”

Joe Biden destnîşan kir ku Donald Trump hewl da îradeya hemû gelê ku dengê xwe dane, rawestîne û got: “Serok ne di ser qanûnan re ye. Ti serok nikare bibe şah. Daraz ji bo ku fermanên serok cîbicî bike naxebite. Em dewleteke hiqûqê ne û em bi hiqûqê têne birêvebirin.”

Biden herwiha eşkere kir: “Ev bûyer didin nîşandan ku divê saziyên me yên demokratîk werin bihêzkirin. Ez bangî rayedarên li Wezareta Dadê dikim; girêdayî hiqûqê bin, ne girêdayî serok. Ez ji bo Wezareta Dadê, Merrick Garland weke namzet diyar dikim.”