Li Elbû Kemal çar çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand; çar çekdarên Heşda Şeibî li nêzîkî Elbû Kemal hatin kuştin, ku dixwestin derbasî nav axa Sûriyê bibin.
Bombebaraneke firokeyên Îsraîlê
Bombebaraneke firokeyên Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand; çar çekdarên Heşda Şeibî li nêzîkî Elbû Kemal hatin kuştin, ku dixwestin derbasî nav axa Sûriyê bibin.

Îro roja pêncşemê 4 çekdarên Heşda Şeibî ya Iraqî ku dixwestin ji nava xaka Iraqê derbasî nava Sûriyê bibin ji aliyê firokeyên bêfirokevan ve hatin armanckirin û kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye otomobîleke Heşda Şeibî ya Iraqî li nêzîkî bajarê Elbûkemalê dixwest bi rêya ne fermî derbasî nav xaka Sûriyê bibe, lê ew ji aliyê firokeyên bêfirokevan ve hatin armanckirin û 4 kesên di otomobîlê de bûn, hatin kuştin.

Di van rojên dawî de Îsraîl liv û tevgerên milîs û çekdarên alîgirên Îranê yên li Sûriyê dişopîne û rojane bomberan dike.

Artêşa Îsraîlê li ser wan êrîşên ku li Sûriyê bi ser alîgirên Îranê de dike, ti zanyarî belav nake.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bi awayekî berdewam gefê dixwe ku ew rê nadin Îran pêgeha xwe ya serbazî li deverên sînorî yên Îsraîlê bihêz bike.