Pasaja Mehmed Paşa tê rûxandin û esnaf nerazî ne

"Ez 50 sal in vî karî dikim. Eger ev pasaj were girtin ezê vê dikanê jî bigirim û êdî vî karî nakim."
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pasaja Mehmedxan a ku di navçeya Sûr a Diyarbekirê de ye 60 sal in mazuvaniya esnafên Diyarbekir ên ku hostetiya karên dest dikin dike. Ev pasaja ku 90 dikanan dihewîne ji aliyê dewletê ve di sala 2017an de hatiye kirrîn û niha jî daxwaz ji esnafên pasajê tê kirin ku pasajê xalî bikin.

Di vê pasajê de hosteyên pêlavan, berber, hosteyên tizbiyan, hosteyên kurtanan, zêringer , kîsçêker, hosteyên kulavan bi salan in hewl didin pîşeyên xwe yên di bin xetereya nemanê de ne bidin jiyin. Esnafên ku bi salan in div ê pasajê de nane debara xwe bi dest dixin dibêjin ew li bende ne ku çareseriyek were dîtin.

Esnafek bi riya Kurdistan24ê dibêje: "Ez 50 sal in vî karî dikim. Eger ev pasaj were girtin ezê vê dikanê jî bigirim û êdî vî karî nakim. Ez 53 sal in di vê kuçeyê de esnaftiyê dikim. Muçeyê min ê teqewîtiyê nebe ez nikarim debara xwe bikim."

Herwiha esnaf dibêjin di serdema pandemiyê de ji xwe kare wan wekî berê nabe û di ser de jî ji kargeha xwe bibin dê êdî nekaribin cihek jî peyda bikin. Derbarê mijarê de berdevkê Esnafên Pasaja Mehmedxan Mesût Azîzoglû dide zanîn ku wan li parêzgarê Diyarbekir jî hevdîtin kiriye lê nekarîne encameke erênî bi dest bixin.

Azîzoglû dibêje, "Bêyî pêdiviya dewletê pê hebe ev pasaj ji aliyê dewletê ve hat kirîn. Di vê kuçeyê de jî ji bilî vê derê derek din ji dewletê re nehatiye firotin. Ev pasaj di pêşiya çi projeyekê de jî ne asteng e. Piştî ku dewletê evder kirîyî jî me hemu kirêyên xwe bi dane. Em dixwazin an kirêdariya me bidome, an jî bifiroşin me. Lê dewlet vê yekê qebul nake. Vê zivistanê û ser de jî pandemî heye em derkevin jî em nizanin em ê çi bikin."

Niha di pasajê de 70 esnaf wek embar û hilberînxane karê xwe didomînin û hat zanîn ku bi awayeke fermî hişyarî ji esnafan re hatiye şandin ku divê di nava 15 rojan de dikanên xwe vala bikin û çavdêrîkirina pêvajoya valakirinê biryar hatiye dayîn ku ji aliyê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir û Yekîtiya Jurên Esnafên Diyarbekir ve lijneyeke hevpar were avakirin. Lê esnaf dibêjin ew derbikevin jî nikarin ciheke din ji xwe re peyda bikin.