Li Diyarbekirê di navbera gundan de bi noqavê hatûçûn tê kirin

Şêniyên gund daxwaza pireke weke Pêşxabûrê dikin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bi çêkirina bendava li ser Çemê Mûsiyan, riya gundên li derdora bendavê dûr ket. Şêniyên gundê Hiseynîkê ji bo ku bikaribin di navbera gundên xwe de bên û biçin, ji bajarê Îzmîrê felûqe ango belemekê dikirin. Şêniyên gundewarên li derdora bandavê dixwazin li ser bendavê pireke wekî ya li Pêşxabûrê ji wan re bê avakirin.

Gola bendava Çemê Mûsiyan ku ser bi gundê Hiseynîka navçeya Sûr a Diyarbekirê ve ye û 40 kîlometreyan ji bajêr dûr e. Saziya Karûbarên Avê ya Dewletê, ji bo avdaniya zeviyan, di sala 2010an de dest bi çêkirina bendavê kir û piştî du salan di 2012an de bendav hat temamkirin. Piştî ku gola av li xwe girt, riyên gundewarên li derdora golê jî di binê avê de man. Ji bo hatûçûnê, riya gundan nêzî 25-30 kîlometre dirêj bû.

Recep Kirmizi ji mezrika Kaniya Zêran e ku girêdayî gundê Hiseynîkê ye. Recep Kirmizi û şêniyên gund ji bo ku bikaribin ser ava golê re biçin û bên, bi derfetên xwe ji navçeya Alîaxa ya bajarê Îzmîrê felûqeyekê dikirin. Niha xwendekar, cotkar û nexweş û şêniyên gundan bi vê felûqeyê derbasî gundên xwe dibin.

Recep Kirmizi ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Li vê derê rêya me hebû, rêyeke zuwa bû lê bendav hat çêkirin û rê di bin avê de man.  Me jî wê demê ne zanî ku em bêjin heta ku hûn pire çênekin bendavê çênakin. Me got, her kengê be dê pirê çêkin. Rêyên me ji hev hatin qetandin, qismek zeviyên me li wî alî man qismek jî li vî alî man. Gundê me bûne du parçe. Em mexdûr bûn.”

Şêniyên gund ji vê belemê re noqav jî dibêjin. Di carekê de 69 kes dikarin lê siwar bibin. Li gorî gotinên şêniyên gundî, ev belem dikare biçe bin avê de jî. Bi çêkirina bendavê re herî zêde xwendekarên ku li gundên derdora bendavê dijîn mexdûr dibin. Lewra ew li aliyekê avê û dibistana wan jî aliyekê avê ma. Her ji bo 7-8 gundan dibistanek hatiye avakirin û xwendekar bi riya mînîbûsan û belemê ji bo dibistanê tên veguhestin. Yek ji wan xwendekaran jî Berzan Kirmizi yê 14 salî ye. Berzan hem xwendekar e û hem jî kaptanê belemê ye. Rêwiyên belemê ji Berzan re dibêjin; Kaptan Kusto (Cousteau)

Kaptanê belemê Berzan Kirmizi diyar kir: “Ez ajokariya vê felûqeyê ji birayê xwe yê mezin hîn bûm. Di destpêkê de bi min re dihat lê paşê du-sê caran bi min re nehat. Paşê bû zivistan mij çêbû, em sê-çar caran winda bûn, em nêzî sê saetan li ser golê man. Me bi zehmetî rêya xwe dît.”

Bi gotina şêniyên gund, noqav ji bo wan derfeteke zêrîn e lêbelê bi taybetî zivistanan dema ku mij çêdibe carina rêya xwe winda dike û bi saetan jî li ser golê dimîne. Muxtarê gundê Hiseynîka Zekî Alakuş dibêje; ji destpêka avakirina bendavê ve ji rayedarên dewletê xwestine ku li ser bendavê pirekê çêkin lê hemû daxwazên wan bêbersiv mane. Muxtarê gund dibêje; dewlet bikaribe pireke wekî ya Pêşxabûrê ji wan re jî çêbike dê qismeke lêçûnan ew bi xwe bidin.

Muxtarê Gundê Hiseynîka Zekî Alakûş diyar kir: “Em neçar mabûn, me ji Saziya Karûbarên Avê ya Dewletê re got ka pire çêkin, wan got lêçûna wê gelek zede ye çênekirin. Şaredariyê jî got em jî nikarin çêkin. Me tu encamekî negirt. Em neçar in bi rastî. Heger dewlet alîkariya me bike em dixwazin pirekî wekî ya li Sêmalka çêbikin em ê pê keyfxweş bibin.”

Li gorî gotina şêniyên gund nêzî hezar û 500 kes bi rêya belemê tên û diçin. Belem, li gorî pêdiviya şêniyên gundewaran carinan rojê 5-6 seferan jî dike. Belem bi mazotê kar dike û hemû lêçûnên wê ji aliyê Recep Kirmizi ve tên dabînkirin. Şêniyên gundewaran belaş li belemê siwar dibin. Şênî Qudbedîn Kirmizi dibêje; riyên gundên wan jî xirabe ne û daxwaza qîrkirina riyan dikin.

Qudbedîn Kirmizi destnîşan kir: “Mexdûriyeta me ev e; gundên me bûne du parçe. Erdê me nîvî li vi alî ne nîvî jî li wî alî ne. Wesayitên me dema ku tên divê 30 kîlometre rêya xwe dirêj bike. Di rê de jî carina qeza çêdibin, pirsgirêk derdikevin.”

Belema ku ji sala 2014an de li ser avê tê û diçe heta ku pirek bê avakirin dê li ser karê xwe berdewam be.