Fransa hişyariya ji vegera DAIŞê li Sûriyê dide

Di çend rojên bûrî çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê êrîşine mezin birina ser hêzên rêjîma Sûriyê.
Wezîra Berevaniyê yê Fransayê Florence Parly
Wezîra Berevaniyê yê Fransayê Florence Parly

Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku tevgera DAIŞ'ê li Sûriyê her ku çû zêde bûye, Wezareta Berevaniyê ya Fransayê hişyariyê ji dubare vegera wê rêxistina terorê dike.

Wezîra Berevaniyê yê Fransayê Florence Parly ji medyaya fransî re ragihand, rîxistina DAIŞê bi yekcarî nehatiye jinavbirin û ji nû ve li Sûriye û Iraqê serê xwe hildide. Ji ber wê jî, hêzên wan li wan her du welatan e.

Parly diyar kir, ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê li Dêrazorê di Adara 2019an de ku dawî baregeha DAIŞê bû, tê dîtin ku hêdî hêdî DAIŞ hêz xwe li Sûriyê vedigerîne.

Wezîra Berevaniyê yê Fransayê amaje bi wê da, DAIŞ li Iraqê jî xwe birêkxistin dike û metrisiya vegera wê jî heye.

Ev daxuyaniya Wezîra Berevaniyê yê Fransayê di demekê de ye, di çend rojên bûrî çekdarên DAIŞê êrîşine mezin birina ser hêzên rêjîma Sûriyê li beyabana Sûriyê û nêzîkî 40 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve hatine kuştin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji meha Adara 2019an û heta niha, zêdetir ji 180 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve li wê navçeyê hatine kuştin.

Li gor raportên medyayî, çekdarên DAIŞê li 3 cihên sereke dimînin, li çiyayê Bişra li başûrê Reqa, devera Defîne li başûrê rojavayê Dêrazorê û li beyabana di navbera Tedmur û bajarokê Suxneyê de.