Firokeyên Îsraîlê baregehên hêzên Îranê li Sûriyê bombebaran kirin

Firokeyên şer ên Îsraîlê xal û baregehên grûpên ser bi Îranê ve li Dêrazor û Bokemalê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê xal û baregehên grûpên ser bi Îranê ve li Dêrazor û Bokemalê bombebaran kirin.

Ajansa Sûrî ya fermî “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, firokeyên Îsraîlê îro danê berbangê derdora Dêrazor û Bokemalê bombebaran kirin. Wî jêderî got jî, ew niha lêkolînê derbarê ziyanên wê êrîşê de dikin.

Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn, firokeyên Îsraîlê 18 baregeh û komgehên çekan ên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Dêrazor û Bokemalê bombebaran kirin.

Rewangehê amaje bi wê kir ku heta niha ziyanên canî yên wê êrîşê nehatine zanîn, lê tekez kir, enbar û komgehên çekan hatin jinavbirin.

Di çend rojên borî de, Îsraîl bi giranî cih û pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li Sûriyê bombebaran dike. Pêr jî Firokeyên Îsraîlê baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li başûrê Şamê mûşekbaran kiribûn û di encam de 15 kes hatibûn kuştin û birîndarkirin.