Hevşaredarê Colemêrgê bi 2 sal û mehekê hat sizadan

Hevşaredarê Colemêrgê ku şûna wî qeyum hatibû danîn, bi du sal û mehek sizaya zîndankirinê hat sizadan.
Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman
Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevşaredarê Colemêrgê ku şûna wî qeyum hatibû danîn, bi du sal û mehek sizaya zîndankirinê hat sizadan.

Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, 15'ê Cotmeha 2019 hatibû binçavkirin û piştî biryara zîndankirinê, li şûna wî qeyum hatibû danîn.

Di rûniştina heftemîn ya dozê de, Dadgehê, bi tometa beşdariya çalakiyên rêxistina terorê, Karaman tawanbar dît û bi du sal û mehek siza da.

Heta niha, li ser zedetirî pêncî şaredariyên HDPê qeyum hatine danîn û piraniya hevşaredaran bi sizayên giran hatine sizadan.