Trump toreke civakî ya weke Twitterê saz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Donald Trump ji Twitterê hêrs bûye û dibêje ku ewê toreke civakî ya weke Twitterê saz bike.
Piştî ku kompaniya Twitterê hesabê Serokê Amerîkayê Donald Trump girt, Trump ragihand ku Twitter kanaleke azad nîne û ew bi çend kompaniyan re axiviye ji bi toreke weke Twitterê saz bike.
Trump diyar dike ku ewê ti car li hember kiryarên Twitterê bêdeng nebe û li dijî wan bisekine.
Piştî ku alîgirên Donald Trump roja 6ê Çileya 2021ê êrîşî Kongresê kirin, Twitter û Snapchat hesabên Trump bi temamî jêbirin, herwiha Facebook, Instagram û Youtube jî bi awayekî demkî, parvekirinên Trump rawestandin.
Li gor raporteke rojnameya Washington Post; “Trump hêrs bûye, ji ber ku kesên nêzîkî wî, dema bi handana alîgirên xwe bo êrîşkirina ser avahiya Kapîtolê hat tohmetbarkirin, derbarê wî de berevaniyeke mezin nekirin.”