15 welatiyên Tirkiye revandin û Azerbaycaniyek kuştin

Wêne: Geçtiyeke ji Tirkiye
Wêne: Geçtiyeke ji Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê da xuyakirin, keştiya Tirkiyeyê ku li Nîjeryayê hatibû revandin, li beravên Gabonê ye û bo rizgarkirina welatiyên xwe bi hemû welatan re di pêwendiyê de ne. 

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê da xuyakirin, keştîya rastî êrişê hatiye ne ya Tirkiyeyê ye, lê 15 karmendên hatine revandin welatiyên Tirkiyeyê ne û welatiyekî Azerbaycanê jî hatiye kuştin.  

Çavuşoglu got, keştî niha li beravên welatê Gabon e û ewê li wê derê termê werbigrin. Çavuşoglu got, bo rizgarkirina welatiyên xwe bi hemû welatan re di pêwendiyê de ne. lê kesên 15 welatiyên wan revandine heta niha tu daxwazek arasteyê wan nekirine.

Nêzîkî beravên Nîjerya keştiyeke Lîberya rastî êrişê hat. Êrişkaran ji 19 karmendên tirk yên keştiyê 15 kes revandin û karmendekî Azerî jî kuştin. Keştiya ku 3 karmend têde mabûn, ber bi Bendera Gabonê birê ketibû.