Zarokekî Efrînî di teqîna bombeyekê de canê xwe ji dest da

Zarokekî Efrînî yên derbider şivantî dikir, bombeyeke vedayî pê de teqiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna bombeyeke vedayî li herêma Şehbayê, zarokekî Efrînî yê 14 salî canê xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, di encama teqîna bombeyeke vedayî li nêzîkî bajarokê Heyanê, zarokekî derbider ê Efrînê Mihemed Izet Husên ku şivantî dikir canê xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, ew zarokê 14 salî ji gundê Basilê yê navçeya Şêrewa ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ve ew koçberî bajarokê Til Rifetê bûne. Ew zarok jî ji bo debara jiyana malbata xwe bike, şivantiyê dike.

Ji dema dama dagîrkirina Efrînê di Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, zêdetir ji 250 hezar welatiyên Efrînê koçber û derbider bûne û hejmareke mezin ji wan li kamp û gundên herêma Şehba ya li rojhilatê Efrînê bi cih bûne û di rewşeke xirap de dijîn.

Roja 23ê vê mehê jî Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin navenda bajarokê Til Rifetê topbaran kirin û di encamê de 5 kesên sivîl hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûbûn.