Jinên Colemêrgî bi krediya bê faîz karê xwe saz dikin

Bo pêşîlêgirtina vê rewşê jî jinên Colemêrgî bi krediya bê faîz karê xwe saz dikin û bi vê yekê alîkariya debara malbata xwe jî dikin.
kurdistan24.net

Colemêrg (K24) – Colemêrg yek ji wan bajaran e ku pirsgirêka bêkariyê lê heye û li gorî daneyên Saziya Amaran a Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê %22 ye. Bo pêşîlêgirtina vê rewşê jî jinên Colemêrgî bi krediya bê faîz karê xwe saz dikin û bi vê yekê alîkariya debara malbata xwe jî dikin.

Li Colemêrgê di bin banê Weqfa Pêşîlêgirtina Îsrafê de krediya bê faîz bo jinan tê dabînkirin û bi vê yekê jî jinên ku bermalî ne dibin xwedî kar û derfetê dibînin ku ji aliyê debarê ve alîkariya malbata xwe jî bikin. Jinên Colemêrgî dibêjin hêstek xweş e ku mirov di warê aboriyê de azadiya xwe bi dest bixe. Jinên ku bixwazin ji krediya bê faîz  sudê werbigrin pêşî ji perwerdeyek ku 3 rojan didome derbas dibin. Jin jî bi vê projeyê keyfxweş in.

Hasret Dînç: "7 sal in ez ji vê projeyê piştgrî distînim. Gelek cure keren destan berheman çêdikim. Keyfxweş im."

Fatma Dînç: "Ez keyfxweş im ku dikarim bi keda deste xwe debara xwe dikim."

Jinên ku bixwazin bo sazkirina karê xwe krediye bikêşin destpêkê dikarin 1500 lîre bikêşin û eger di karê xwe de performansek serkeftî nîşan bidin di sala dûyem de dikarin 5 hezar  lîre krediyê bikêşin. Bi wesîleya vê projeyê di gelek qedên kar de xebatên rengîn û curbucur derketine holê ku jin kîjan pîşeyê bixwzin di wî warî de xwe pêş dixin û ev yek tevgerê dixe nava bazara Colemêrgê de jî. Jin dibêjin hêja û girîng e ku jin bikarin bi keda xwe debara xwe bikin.

Elîf Armagan: "Em bi gelek cureyên pîşeyan kar dikin. Di heman demê de bi vê yekê debara xwe jî dikin."

Bi projeya ku bo jinan dibe wesîleya dabînkirina kar di heman demê de bo îstîhdam a Colemêrgê jî rewşek erênî derdixe holê, ji ber ku Colemêrg yek ji wan bajarane pirsgirêka bêkariyê lê heye. Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê %22 ye.