Mazlûm Kobanî: Ji bo qonaxa nû amadekariyan bikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û ragihand, “erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin.”

Mazlûm Ebdî ku weke Mazlûm Kobanî jî tê nasîn, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê danûstandinên navbera PYNK û ENKSê de peyamek belav kir.

Mazlûm Kobanî bal kişande ser giringiya diyaloga aliyên sereke yên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û ragihand: “Serkeftina diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de ji bo me armanc e. Lihevkirinên me bi dest xistine girîng in û berjewendîyên xelkê me diparêzin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê ji hemû kes û aliyan daxwaz dike ku ji bo serkeftina diyalogê amadekariyan bikin û hewl bidin û dibêje: “Erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin!”

Di 17ê Hezîrana 2020 de şandên herdu aliyên PYNK û ENKS bi amadebûna nûnerê Amerîkayê, li bajarê Qamişlo bi rêya daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, ku gihîştine lihevkirineke siyasî ya hevbeş.

Mazlûm Kobanî