Nêçîrvan Barzanî: Em şehîdên 1ê Sibatê, bi rûmet bi bîr tînin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 17emîn salvegera teqînên 1ê Sibatê yên li Hewlêrê ragihand: “Em bîranîna şehîdên 1ê Sibatê, bikin havênê yekrêziyê.”

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 17emîn salvegera teqînên 1ê Sibatê yên li Hewlêrê ragihand: “Em bîranîna şehîdên 1ê Sibatê, bikin havênê yekrêziyê.”

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Di salvegera bîranîna şehîdên 1ê Sibatê de, em serê rêzgirtinê, bi taybetî ji bo giyanên wan ên pak, ditewînin. Em bi rûmet, wan bi bîr tînin. Em bîranîna şehîdên serkirde, azîz û xoşewîstên xwe, ku xwîna wan têkel bûye û bi hev re şehîd bûn, bikin havênê yekrêzî û pêkvebûnê ji bo pêkanîna armanca wan.”

Îro 17 sal bi ser şehîdbûna serkirde û Pêşmergeyên Kurdistanê yên li Hewlêrê derbas bûn.

Di 01.02.2004an de roja Cejna Qurbanê, terorîstan 2 teqînên xwekujiyê li Liqa 2 ya PDKê û li Melbenda 3 ya YNKê pêk anîn.

2 endamên rêxistina El Qaîdêyê ew teqîn pêk anîbûn û di encamê de 101 serkirde û Pêşmergeyan canê xwe ji dest dabûn, herwiha bi dehan hemwelatî jî birîndar bibûn.

Li herdu baregahên serkirdeyên siyasî bi minasebeta Cejna Qurbanê cejna gel pîroz dikirin.

Li parka Samî Ebdurehman ku ew bi xwe jî şehîd bibû peykerek momentek hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibatê de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.