Rûsya bersiva fermandarekî Amerîka behsa şerekî nukleerî kiribû dide

Serokê Fermandariya Stratejîk a Amerîka gotibû, ew dûr nabîne ku şerê nukleerî bi Rûsya yan jî Çînê re derkeve.

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Rûsyayê yê li Amerîkayê Anatoly Antonov dûr dibîne ku fermandarên leşkerî yên Amerîka yên aqilmend bifikirin ku şerekî nukleerî di navbera Amerîka û Rûsyayê de rû bide.

Balyozê Rûsyayê yê li Amerîkayê Anatoly Antonov di hevdîtinekê ligel kenala “Rusia24” de ragihand, “Bawer nakim ku generalên Amerîkayê yên aqilmend bi şerekî nukleerî bifikirin. Ez bawer im ev bîroke tenê di xeyala siyasetmedarên ku ne li ser hişê xwe ne de digere.”

Ev daxuyaniya Antonov wek bersivekê li ser Serokê Fermandariya Stratejîk a Amerîka Admîral Charles Rîchard tê ku gotibû, ew dûr nabîne ku şerê nukleerî bi Rûsya yan jî Çînê re derkeve.

Admîral Charles Rîchard got jî: Ji dema hilweşîna Yekîtiya Soviyetê ve, Pentagonê nedidît ku rûbirûbûna leşkerî ya yekser a bi hêza nukleerê re rû bide, lê belê niha rewş hatiye guhartin.

Wî berpirsê Pentagonê got: “Egereke rasteqîne heye ku krîza herêmî bi Rûsya yan bi Çînê re gurtir bibe û bilez bibe şerek ku tê de çekên nukleerî bi kar bên.”