2 leşkerên Iraqê li Gulale hatin kuştin

Çekdarên DAIŞê li sînorê bajarokê Gulale yê ser bi Xaneqînê ve êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê kir û 2 leşker kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê li sînorê bajarokê Gulale yê ser bi Xaneqînê ve êrîşî ser hêzeke artêşa Iraqê kir û 2 leşker kuştin.

Jêderekî agahdar ji Lîwaya 5 ê hêza Pêşmerge ji K24ê re ragihand, hêzeke artêşa Iraqê xwast binkeyeke leşkerî li nêzîk gundê Qaye yê ser bi Gulale ve ava bike. Di wê demê de çekdarên DAIŞê êrîşî ser wê hêzê kir û 2 leşker kuştin û 2 leşker jî birîndar kirin.

Êrîşên DAIŞê li çend navçeyên Iraq û navçeyên Kurdistanê yên li derveyî dareya Herêma Kurdistanê zêde bûne.

Li gor zanayriyên peyamnêrê K24ê jî, tenê di meha borî de çekdarên DAIŞê 10 caran êrîşî ser hêzên Iraqî li Xaneqînê kirine û di encamê de 25 leşker û çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.