Bijîşk: Di serdema Koronayê de nexweşiyên çavan %30 zêde bûne

Di pêvajoya koronavîrûsê de welatî zêdetir dema xwe li malê derbas dikin û zêdetir bi telefon û kompûteran ve mijûl dibin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di pêvajoya koronavîrûsê de welatî zêdetir dema xwe li malê derbas dikin û zêdetir bi telefon û kompûteran ve mijûl dibin. Pisporên nexweşiyên çavan dibêjin; di vê pêvajoyê de rêjeya nexweşiyên çavan %30 zêde bûne. Li gorî bijîşkên çavan, divê mirov her di 40 xulekan de carekê bi qasî 30 çirkeyan çavên xwe bineqînin.

Li gorî ku bijîşkên çavan dibêjin, vîrûsa koronayê bi awayekî nerasterast bandoreke xirab li çavan dike. Ji ber zêdebûna bikaranîna telefon û kompûteran nexweşiyên çavan %30 zêde bûne.

Pisporê Nexweşiyên Çavan Dr. Eyup Dogan got; ji ber ku ji nêzve û nêzî 7-8 demjimêran bi kompûretan ve mijûl dibin çavên zarokan miyop dibin ango êdî dûr baş nabînin.

Di pêvajoya koronavîrûsê de dibistan hatin girtin û bi qismî jî be perwerdehî êdî bi rêya înternet û kompûteran tê dayîn. Li gorî nirxandina bijîşkên nexweşiyên çavan; zarokên ku ti pirsgirêkên çavan nedijiyan jî niha dijîn. Bijîşkê nexweşiyên çavan Dr. Selahedîn Balsak got; tîrêjên ultraviyole yên ji kompûter û telefonan belav dibin çavan ziwa dikin, pêwîst e mirov  di her 40 xulekan de carekê bi qasî 30 çirkeyan çavên xwe bineqînin.

Dr. Selahedîn Balsak ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Hejmara nexweşiyên çavan zêde bûne. Gelek kesên ku berçavkan bi kar tînin neçar dibin ku berçavkên xwe bi yekî ya dereceya wê bilindtir re biguherin. Hêstirên çavan her di 15 çirkeyan carekê xwe nû dikin, lê heger mirov zêde li kompûteran binêre çavên mirov ziwa dibin. Ji ber vê yekê divê mirov carinan çavên xwe bigrin an jî li dûr binêrin.”

Bijîşkên çavan tînin ziman ku dereceya berçavka gelek kesan di ji ber zêdebikaranîna kompûter û telefonan bilind bûye. Bijîşk ji bo parastina tendurîstiya çavan dibêjin, bila mirov telefon û kompûteran ji çavên xwe dûr bikin, carinan çavên xwe bigirin, gêzer û şînahiyan bixwin.