Serok Barzanî: Mamoste Îbrahîm şehîdê Ala û şehîdê Kurdistanê ye

Serok Mesûd Barzanî ji ber wefata mamoste Îbrahîm Sebah xemgîniya xwe ragihand.
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji ber wefata mamoste Îbrahîm Sebah xemgîniya xwe ragihand û diyar kir: “Mamoste Îbrahîm di dema bicihanîna erkekî pîroz jiyana xwe bexşand û şehîd û, ew şehîdê ala û şehîdê Kurdistanê ye.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin îro di yekem roja destpêkirina proseya xwendinê de, mamosta Îbrahîm Sebah di dema hilkirina ala pîroz a Kurdistanê li dibistana bingehîn ya Sorkêy Şeqlawe ji ber elektrîkê giyanê xwe ji dest da. Mamosta Îbrahîm di dema bicihgihandina erkekî pîroz de giyanê xwe bexşî û şehîd bû û şehîdê Ala û şehîdê Kurdistanê ye.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata Mamosta Îbrahîm Sebah û kesûkar û hevalên wî û hemû mamosteyên birêz ên Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê Şeqlawe dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Cihê xwedê jêrazî bi bihişta fireh be û Xwedayê mezin hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û emê vegerin cem Xweda)

Mesûd Barzanî