Li Şeqlawe mamosteyek dema ala Kurdistanê bilind dikir canê xwe ji dest da

Bi vebûna dibistanan re, îro li bajarokê Şeqlawe yê ser bi Hewlêrê ve mamosteyek bi eliktirîkê canê xwe ji dest da.
Mamoste Îbrahîm Sebah - Dibistana Sorik
Mamoste Îbrahîm Sebah - Dibistana Sorik

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi vebûna dibistanan re, îro li bajarokê Şeqlawe yê ser bi Hewlêrê ve mamosteyek bi eliktirîkê canê xwe ji dest da.

Dildar Hesen ku pismanê wî mamosteyî ye ji K24ê re ragihand, îro danê sibê mamoste Îbrahîm Sebah derket ser banê dibistanê ji bo ala Kurdistanê biguhêre, ji ber ku ala li ser dibistanê kevin bûbû, lê bi bilindkirinê re, stûnê alê gihîşt têlên eliktirîkê û di encamê de canê xwe ji dest da.

Mamoste Îbrahîm 30 salî ye û bavê du zarokan e û ji heyama 10 salan ve mamoste ye li dibistana Sorikê ya Şeqlawe alîkarê Rêveberê Dibistanê bû.

Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, demek e dibistanên Herêma Kurdistanê hatibûn girtin, lê îro careke din hatin vekirin û proseya xwendina li dibistanan destpê kir.