Kela Xanzad cihê jinê di civaka kevin a kurdawariyê de nîşan dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Kela Xanzad li parêzgeha Hewlêrê, yek ji cihên kevnar ên Kurdistanê ye, cih, pêgeh û desthilatiya jinê di civaka kevin a kurdawariyê de nîşan dide.
Kela Xanzade li nêzîkî gundê Baneman li nêzîkî tunela Pêrmamê dikeve û bilindahiya wê nêzîkî 40 metroyî bilind e û 4 bircên wê yên dorhêlê hene. Dîroka wê vediger sedsala 15an û heta niha jî sîmaya xwe ya dîrokî parastiye.