Tehîna Amêdiyê gihişte Fransayê
Hewlêr (K24) – Li Başûrê Kurdistanê tehîna herî bi nav û deng, tehîna Amêdiyê ye û niha jî ev berhem gihişte Fransayê û li bazarê tê firotin.
Konsulê Fransa yê li Hewlêrê Olivier Decottignies îro sêşemê 9ê Sibata 2021ê, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Mizgînî ji bo hezkiriyên xwarinan, tehîna Amêdiyê gihişte bajarê Albi, ev serkeftineke baş e ji bo vê berhema nuwaze ya devera Amêdî.”
مزگینی بۆ هەوادارانی خواردن- گەیشتنی تەحینی ئامێدی بۆ شاری ئەلبی کە دەکەوێتە باشوری رۆژئاوای فەرەنسا. سەرکەوتنێکی گەورەیە بۆ ئەم بەرهەمە ناوازەیەی دەڤەری ئامێدی
— CG Olivier Decottignies (@O_Decottignies) February 9, 2021
Avis aux gourmets - arrivage de tahin d'#Amedi à #Albi. Un beau succès pour ce produit emblématique du terroir kurde pic.twitter.com/IRAqgwUDhE
Devera Fransayê ya ku niha tehîna Amêdiyê jê re tê hinardekirin, bajarê Albi ye, ku bajarekî biçûk û dîrokî yê başûrê Fransayê ye.
Konsulê Fransayê yê li Hewlêrê parvekirina kompaniya Au Marche d'Orient (Li bazarê rojhilat) ku reklama tehîna Amêdiyê dike, belav kiriye.
Kompaniya Au Marche d'Orient ku xwarinên rojhilat, asya û goştê helal difiroşe, li ser hesabê xwe yê Facebookê reklama vê berhemê kiriye û dibêje: “Berhemeke nû gihişt, tehîn (kremaya kunciyê), %100 sirûştî ye û tehmeke wê ya nuwaze heye.”