Li Tirkiye û Bakur 95 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 95 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 95 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 27 hezar û 93 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 10ê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 8 hezar û 642 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 664 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 556 hezar û 837 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 7 hezar û 903 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 445 hezar û 285 kesan.