Mesrûr Barzanî li konferansa TEDx Niştiman bo ciwanan: Ez ji bo piştevaniya we hatim

Nabe ew valahiya ku di navbera hikûmet û ciwanan de heye berdewam be
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Pêncemîn Konferansa TEDx Nishtiman îro li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest pê kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansê de berê xwe da ciwanan û diyar kir: “Ez ji bo piştevaniya we hatim… Nabe ew valahiya ku di navbera hikûmet û ciwanan de heye berdewam be”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansa TEDx Nishtiman de diyar kir: “Ez ji bo ragihandina piştevaniya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo we û hemû ciwanên welat hatim. Ez coş û geşbîniya we ya ji bo welat bi qîmet dibînim. Ez dizanim hûn hemû bi wê yekê mijûl in ku hewl bidin Kurdistan ber bi arasteyeke baştir û bihêztir pêngavan biavêje, ez bawer im em dikarin bi hêz û şiyan û behre û ramanên we, hêviyên xwe pêk bînin.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Di vê demê de çendîn hevdîtinên me çêbûn ligel wan ciwanên birêz ku serdana min kirin û ji nêzîk ve me kêşeyên wan guhdarî kir, ez kêfxweş bûm ku min dît ew ciwan bi hewlên xwe li ser lingên xwe rawestiyane, weke wê keça ciwan a Êzdî ku karî ji destê DAIŞê rizgar bibe û cihekî çêkirina şîrînî ava bike û debara xwe û malbata xwe pêk bîne, ligel wî xortê ku li Hewlêrê cihê dirûtina cilan çêkiriye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Ez dizanim astengên li pêşiya we dijwar in, hinek ji wan çend nifş in li holê ne, lê di heman demê de ez dizanim ku derfetên niha hene jî, bi hêsanî neketine dest, gelek bav û bapîr û xizmên we û em jî, me jiyana awarebûnê dîtiye, an gelek kes jiyana bindestiyê dîtine, hûn dizanin ku awarebûn û dûrketina ji niştiman, an jiyana bindestiyê çiqas ne xweş e, ez jî li malbateke wisa bûm ku mixabin di bin metirsiya bombebaranên firokeyan de bûn, an nexweşiya jiyana awarebûnê jiyan, bi hukmê hêza dagirker û dijmin, her dem êrîşî Kurdistanê dihat kirin, em her dem di vîna wê yekê de bûn ku vegerin Kurdistanê û Kurdistaneke me ya azad hebe û em bibin xwediyê welatê xwe û îrade û biryara me di destê me de be.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Gelek ji we – Xwedê zêde ke – ew rewş nedît, lê bêguman we ji bav û bapîr û xizmên xwe bihîstiye. Ez dizanim em li kû derê bin, li vir bin an li derve bin, eger me karîbe xwe bi xwendin û ezmûnê perwerde bikin, xwendina baş dikare çend bandorên wê hebe li ser fikr û ramanan û li ser cûreya jiyana welatiyan û avakirina welatekî baş. Hûn bextewar in ku we ew dijwarî nedît, lê weke min behs kir, ez bawer im we bihîstiye, ji bo ku ev destkeftên pêk hatine ji dest neçin, li ser milê we emanetek e, divê hûn bi her awayî vê emanetê biparêzin, parastina vê emanetê tenê bi gotin û bergirîkirina li xalên pêşekî bibêjim, pêşmergetî an rûbirûbûna dijminan tenê nayê kirin, bergirîkirina vê ezmûnê bi avakirina jêrxaneke baş a aborî û siyaseteke seqamgîr, civakeke tendirust tê kirin, erkê vê yekê jî dikeve ser milê we.”

Serokwezîr da zanîn: “Ez dizanim çaverêyên ciwanan cuda ne, zarokên min jî hene, kurê min Arîn gelek caran ji min re dibêje fikr û ramanên ciwanan niha cudatir in û hêviyên wan zêdetir in û bi tamaha welatekî xweştir û pêşketîtir hêvî dikin bibînin, ji ber vê yekê divê hemû hewl bidin da ku derfetên kar ji bo ciwanan pêk bînin.”

Mesrûr Barzanî eşkere dike: “Ez fêm dikim ku nabe em paşeroja xwe weke hincetekê bi kar bînin, da ku ew valahiya di navbera ciwanan û hikûmetê de heye berdewam be, lê divê sûdê ji derfeta rasteqîn û bihêzkirina wê pêwendiyê werbigrin, ku divê em ji pêgeha hev fêm bikin, him hikûmet ji ciwanan fêm bike û him jî ciwan fêm bikin ku kêşe û pirsgirêkên me çi ne û çawa em dikarin wê valahiya di navbera me de heye kêm bikin, loma ez bi eşkere ji we re dibêjim; ez ji bo pêkanîna derfetan bo ciwanên me pabend im, bêguman roleke girîng a hikûmetê heye di pêkanîna derfetan de û divê di çarçoveya yasa û aborî de ji bo pêşvebirin û handana hevbeşî û hevpariya sektora giştî û taybet, wan tiştan diyar bike, da ku xwedîkar û bazirgan pêş bikevin û herwiha alîkariya karsaziya biçûk jî bikin, herwiha ez dizanim ku divê rahênan û perwerdeya rast hebe, da ku gelek derfet ji bo ciwanên me werin pêkanîn.”