Omêd Sebah: Keşeke erênî di gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê de hene

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran ragihand, biryar e di demeke nêzîk de Şanda Bilind a Danûstandkar a Herêmê serdana Bexdayê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, heyameke erênî derbarê gotûbêjên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de heye û biryar e di demeke nêzîk de Şanda Bilind a Danûstandkar a Herêma Kurdistan serdana Bexdayê bike.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ji K24ê re ragihand, di qonaxên pêştir de, me ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê de proseyasaya budceyê amade kir û hevtêgihîştineke baş çêbû. Piştre ligel Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî û Wezîrê Petrolê ketin gotûbêjan û ew proseyasaya me li ser li hev kiriye, ji bo Parlamentoyê hatiye şandin. Di qonaxa sêyemîn de jî, ligel Komîteya Darayî me danûstandin kirin û heta niha heyameke erênî heye. her çi data û zanyarî bi wan pêwîst bû, me pêşkêş kirin. Em hêvî dikin ku her du alî jî di çarçoveya destûrê de bigihin lihevkirineke baş."

Derbarê çûna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de, Omêd Sebah diyar kir, piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê razemendiyê bide, ew serdana Bexdayê dikin.

Tekez kir jî, “Gotûbêjên me ligel Komîteya Darayî û Serokatiya Parlamentoya Iraqê berdewam in. Em dixwazin lêvegera me her du aliyan ji destûrê be. Nabe pêşniyazên me her du aliyan li dijî destûrê bin.”

Derbarê pirsa “Hikûmeta Iraqê daxwaza radestkirina dosyeya petrolê ya Herêma Kurdistanê kiriye”, Omêd Sebah got: “Heta niha Hikûmeta Iraqê bi fermî ti pêşniyazeke wiha ji me nekiriye. Komek pirs ji aliyê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê arasteyî Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine. Piştî razemendiya Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr, me bersiva wan pirsan dan. Lê ti babeteke wiha di nava pirsan de nebû.”