Wezareta Tendirustiyê derbarê Koronayê de hişyarî da

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê li ser car din belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) hişyarî dide.
Navenda çareseriya Covid-19ê li Hewlêrê, wêne: arşîv
Navenda çareseriya Covid-19ê li Hewlêrê, wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê li ser car din belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û bi awayekî xirabtir û metirsîdartir, hişyarî dide, bi taybetî jî piştî belavbûna nifşê nû yê vîrusa Koronayê ku niha li gelek welatên cîhanê belav bûye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Piştî kêmbûna rêjeya pêketina vîrusa Koronayê ku rêkar û xweparastin sedema sereke bû him di paşxistina zêdebûnê de û zû kontrolkirin û hêdîbûna belavbûnê de, lê mixabin hestek li cem hinek welatiyan çêbûye, weke ku nexweşiya Koronayê nema û metirsiya vê vîrusê nemaye li ser jiyana welatiyan, ku ev jî ji ber çend sedeman e û ya herî girîng jî ew hincet e ku goya li civakê berevaniya bi giştî çêbûye li dijî vê vîrusê.” Wezaretê eşkere dike ku ev raman xelet e û belgeyên zanistî ku vê ramanê piştrast bike, tune ne.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Niha ku jiyan asayî bûye, hemû cihên giştî û taybet û civînên rojane yên xelkê û navendên kirîn û firotinan û çayxane û xwaringeh û cihên geştyariyê û mizgeft û geştkirin û gelek cihên din hatine vekirin, mixabin rênimayên tendirustiyê li gelek cihan weke xwe nayên cîbicîkirin, bi taybetî di mijara bikaranîna maskan û jihevdûrketin.”

Herwiha diyar dike: “Wezareta Tendirustî li ser car din belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û bi awayekî xirabtir û metirsîdartir hişyarî dide, bi taybetî jî piştî belavbûna nifşê nû yê vîrusa Koronayê ku niha li gelek welatên cîhanê belav bûye.”

Hat destnîşankirin: “Em ji welatiyan daxwaz dikin ku pabendî rênimayên tendirustiyê û rêkarên xweparêziyê bibin, da ku bi zirara herî kêm û bi hevkariya her kesî, em vê rewşê bi silametî derbas bikin.”