Ji ber Koronayê evîndar bi riya “online” gulan dikirin

Îsal li Tirkiye û Bakur yekem car 14ê Sibatê Roja Evîndaran li ber siya koronavîrûsê tê pîrozkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Îsal li Tirkiye û Bakur yekem car 14ê Sibatê Roja Evîndaran li ber siya koronavîrûsê tê pîrozkirin. Gulfiroşên ku ji pandemiyê bandoreke xirab dibînin bi hêvî ne ku karê wan hinekê baş bibe û bikarin diyariyan bifiroşin. Gulfiroşên Diyarbekirê dibêjin; wan amadekariyên xwe ji bo 14ê Sibatê kirine û li hêviya evîndaran in.

Bi rojane ku evîndar amadekariyên 14ê sibatê Roja Evîndar an dikin. Li gorî lêkolînan, piraniya evîndaran îsal ji ber koronavîrûs û qedexeyên sînordarkirî diyariyên xwe bi riya înternetê kirîn.  Li dikanên gulfiroşan her çiqas kelecana berê nemabe jî evîndarên ku gul û diyariyan distînin hene. Gulfiroş Gokhan Buçke got; li gorî salên berê karê wan %50 kêm bûye.

Gulfiroş Gokhan Buçke dibêje: "Ji ber koronayê  gelek welatiyên ku ditirsin ji derve diyariyan bistînin berê xwe didin danûstandina online. Di vê pêvajoyê de karê me ketiye; ne wekî berê e lêbelê dîsa jî evîndar ji evîna xwe re diyariyekê distînin."

Li ba gulfiroşan li gorî her budçeyê gul û diyarî tên peydakirin. Buhayê gulan ji 10 lîreyan destpê dike lê baxên gulan heta bi 500 lîreyî jî diçe. Evîndarên ku telefon, kompûter û diyariyên elektronîkî nastînin berê xwe didin gulfiroşan. Serokê Komeleya Gulfiroşên Diyarbekirê Azîz Canli dibêje; ji ber ku dawet nayên kirin, kargehên nû nayên vekirin karê wan jî gelek ketiye û çavên wan lê ne ku roja evîndaran hinekê bazarê geş bike.

Serokê Komeleya Gulfiroşên Diyarbekirê Azîz Canli dibêje: "Me amadekariyên xwe kirine, her çiqas rewşa abûriyê xirab be jî em hêvîdar in ku dê evîndar diyariyan bistînin. Lê wekî berê welatî ji bo dawet û vekirina kargehan diyariyan nakirin. Em jî neçar man ku bihayên diyariyan hinekê zêde bikin. Bi ya min her kes dikare herî kêm gulekê jî bikire û dilê evîndarê-a xwe xweş bike."

Li gorî daneyên ku rêveberên kompaniyên ku bi rêya înternetê danûstandinê dikin didin, ji ber 14ê Sibatê Roja Evîndaran danûstandina bi rêya înternetê %80 zêde bûye. Dikandarên gulfiroşan dibêjin; ji ber koronavîrûs û qedexeyên sînordarkirî piraniya evîndaran danûstandina xwe bi rêya înternetê dikin ev yek jî bandoreke neyînî li karên wan dike.