Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 3 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên nû yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 5 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Herwiha 6 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8571 kesan, ji wan 1233 kes baş bûne û 303 kesan jî canê xwe ji dest dane.