Efrîn.. Çekdaran gule bi ser hejmarek karkeran de berdan

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve gule bi ser hejmarek karkerên kurd ên navçeya Şiyê de berdan, kesek birîndar kirin û 12 kes jî revandin.
Navçeya Şiyê ya Efrînê
Navçeya Şiyê ya Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve gule bi ser hejmarek karkerên kurd ên navçeya Şiyê de berdan, kesek birîndar kirin û 12 kes jî revandin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, hejmarek karker ji gundê Hêkiçê hatibûn li gundê Qermîtliq ê ser li navçeya Şiyê di nava zeviyên zeytûnan de kar dikirin, lê çekdarên grûpa Emşat gule bi ser wan de berdan.

Li gor zanyariyên wî jêderî, di encama guleberdanê de karkerê ciwan Ebdo Tane birîndar bû. Çekdaran karkerên din jî ku hejmara wan 12 kes bû revandin.

Wî jêderî da got, ji nava wan 12 kesên hatine revandin navê 4 kesan hatin zanîn, navên wan jî wiha ne: Arif Reşîd Hesen, Mihemed Şêx Henan Şêx Mistefa, Welîd Mihemed Miho, Ferho Henan Tane.

Navçeya Şiyê û hin gundên wê ku di bin destê çekdarên Emşat de ne, xelkê wê navçeyê li ser destê çekdarên wê grûpê û serkirdeyê wê Mihemed El-Casim (Ebû Emşê) rastî zulm û zordariyên hovane tên.