Wezareta Tendirustiyê derbarê qurbaniyên êrîşên mûşekî de zanyarî da
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê derbarê hejmara qurbaniyên êrîşên mûşekî yên îşev ên li Hewlêrê ragihand; 3 kes birîndar bûne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir ku di êrîşên mûşekî yên îşev de 3 kes birîndar bûne, ku yek ji wan pasevanê konsulxaneyek li Taxa Wezîran e û rewşa wî ya tendirustiyê baş e.
Herwiha ragihand ku birîndarê duyem; kesekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê ye li Qada Ajalan birîndar bûye, birîna wî giran e û rewşa wî ya tendirustiyê heta radeyekê cîgir e.
Derbarê birîndarê sêyem de jî Wezareta Tendirustiyê eşkere kir ku kesekî din ê li Qada Ajalan e û rewşa wî ya tendirustiyê cîgir nîne.
Wezareta Tendirustiyê ragihand ku karên pêwîst li hola neştergeriyê demildest bo birîndaran têne kirin û li nexweşxaneyê ne.