Li navenda Hewlêrê êrîşên mûşekî!
Hewlêr (K24) – Pênc mûşek arasteyî bajarê Hewlêrê hatin kirin û li nêzîkî cihên niştecîbûnê yên welatiyan ketin xwarê.
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand ku 5 mûşek li çend taxên navenda Hewlêrê ketin xwarê.
Li gor zanyariyan du mûşek ber bi Konsulxaneya Amerîkî hatine avêtin, lê ew mûşek hatine têkbirin.
Rûpela Dije-Terora Kurdistanê ragihand ku du mûşek li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ketin xwarê û mûşekek jî di ser balafigehê re derbas bû.
Mûşekên din li taxên Naz City, Bextiyarî û Qada Ajalan ketine xwarê.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama êrîşan de du kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê Nasir Herkî ragihand; kesên ku naxwazin aramî û seqamgîrî li Hewlêra paytext hebe, li paş vê kiryarê terorîstî ne.
Nasir Herkî herwiha diyar kir: “Ev ne cara yekem e ku Hewlêr tê armanckirin û divê li ser vê bûyerê lêkolîn were kirin.”
Dema ketina yek ji wan mûşekên ku arasteyî Hewlêrê hatin kirin