Hevpeymaniya Navdewletî: Di êrîşa mûşekî de kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn

Di êrîşa mûşekî ya şeva borî de, kesekî ku bi girêbest bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dike hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, di êrîşa mûşekî ya şeva borî de, kesekî ku bi girêbest bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dike hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn. 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Kolonel Wayne Marotto ragihand, şeva borî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Hewlêrê rastî êrîşeke mûşekî hat.

Diyar kir jî, di encama êrîşê kesekî sivîl ku bi girêbest bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dike di êrîşa şeva borî de canê xwe ji dest da û 5 kesên din ên bi Hevpeymaniyê re kar dikin birîndar bûn.

Herwiha Kolonel Wayne Marotto da zanîn jî, leşkerekî  Amerîkî jî di êrîşê de birîndar bû.

Şeva borî Hewlêrê rastî êrîşeke mûşekî hat ku du mûşek li taxa Wezîran, hejmarek din jî li nêzîkî Firokxaneya Hewlêrê û du mûşek jî li gundê Kanî Qirjale li nêzîk hewlêrê ketin xwarê.