Pentagon zanyariyên derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêr aşkere dike

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) aşkere dike, binkeyeke hêzên wan li Hewlêrê bi 14 mûşekan hat armanckirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) aşkere dike, binkeyeke hêzên wan li Hewlêrê bi 14 mûşekan hat armanckirin.

Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand, 14 mûşekên Katyusha li binkeyeke hêzên wan li Hewlêrê ketin û di encamê de kesekî ku bi girêbest kar dike hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn ku yek ji wan leşkerekî Amerîkî bû.

Ji aliyekî din ve, grûpeke çekdar a ser bi Îranê ve ya bi navê “Seraya Ewliya El-Dem” berpirsatiya xwe di ber wê êrîşa mûşekî de ragihand.

Şeva borî Hewlê rastî êrîşeke mûşekî hat, piştî êrîşê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twîtekê de ew êrîşa mûşekî bi tundî şermezar kir û ragihand, “Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine.”

Herwiha îro danê sibê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  pêwendiyeke telefonî ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ve pê gihîştê.

Di pêwendiyê de guftûgo derbarê êrîşa mûşekî ya şeva borî li ser Hewlêrê hatin kirin û her du aliyan hevxemiya li ser qurbaniyên êrîşê nîşan dan.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî ew êrîş bi êrîşeke tirsonek bi nav kir û daxwaz ji Wezîrê Derve yê Amerîka kir, piştgîriyê li lêkolînên hevbeş ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bike, ji bo êrîşkar bên diyarkirin û dadgehkirin. Di vê derbarê de her du alî hevnerîn bûn ku pêwendî berdewam bin.