Netewên Yekgirtî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê daxwaza hevkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert êrîşa mûşekî ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Jeanine Plasschaert di twîteke xwe de nivîsand, ev êrîşa tirsonek gefeke mezin e li ser aramiya Iraqê. Divê Iraq ji rikberên derve bê parastin.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê daxwaza hevkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir, ji bo tawanbar bêne dadgehkirin.