Wezareta Pêşmerge: Destên neyaran nikarin ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya şeva borî li ser Hewlêrê de belav kir û ragihand, welatiyan piştrast dikin, Pêşmerge wek her car xak û xelkê Kurdistanê diparêze.
Deqa daxuyaniya Wezareta Pêşmerge:
Bi tundî êrîşa tirsonek ya tarîperestan li ser Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Tekez dikin, ti carî destên kirêt ên neyaran û teroristan nikarin ewlehî, aramî û avedaniya Herêma Kurdistanê têk bidin û bi tundî rûbirûyî wan dibin.
Welatî û xelkê ezîz ê Kurdistanê piştrast dikin ku hêza Pêşmerge her dem amade ye ji bo berevanî û parastina xak û xelkê Kurdistanê.
Niha ji her demeke zêdetir, pêwîstiya me bi yekrêzî, yekhelwestî û yekdengî heye. Bi vîna bilind a polayî ya Pêşmergeyên me teroristan têk dişikînin û rê nadin bi ti awayî jiyana welatiyan bikeve metirsiyê.
Tekez dikin, her êrîşek li ser hêzên Hevpeymanan, êrîşkirina li ser hêza Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ye. Em ligel dostên xwe yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, riyeke dûr û salên dirêj e bi hev re rûbirûyî terorê û têkşikandina teroristan in, ji bo aramî û ewlehiya Herêm û navçeyê.
Ji bilî sersaxiya me li qurbaniyên vê karesatê, selametî û çakbûna bilez ji birîndaran re û aramî û ewlehiyê ji Herêma Kurdistanê re dixwazin.