Li kampa awareyên Şingalê sê kesan di şewatekê de jiyana xwe ji dest dan

Li kampa awareyên Şingalê, di encama derketina şewatekê de, bavekî û du kurên wî jiyana xwe ji dest dan.

Şingal (K24) – Li kampa awareyên Şingalê, di encama derketina şewatekê de, bavekî û du kurên wî jiyana xwe ji dest dan.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Şingalê ragihand; ji ber kontakteke elektrîkê agir bi çadirekê ket.

Nûçegihanê me eşkere kir ku dayîk û bavê wê malbatê di nav çadirekê de û zarokên wan jî di nav çadira li tenişta wan de bûye, agir bi çadira zarokan ketiye û bav hewl daye zarokên xwe rizgar bike, lê belê bav û du zarokên wî di nav şewatê de jiyana xwe ji dest dane.

Tenê zarokek rizgar bûye ku ew jî li cem dayîka xwe bûye.

Bûyer di demjimêr 01:00ê şevê de qewimiye û di bûyerê de pênc kes jî birîndar bûne, ku yek ji wan, dayîka wan her du zarokan e.