Li Bakurê Kurdistanê ji bo zimanê Kurdî kampanyayek tê destpêkirin

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî di 22yê Sibatê de kampanyaya îmzeyan didin destpêkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê endam û rêveberên Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ve komîsyonek hat avakirin. Komîsyona hevbeş ji bo ku li Tirkiye û Bakur zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê di 22yê Sibatê de kampanyaya îmzeyan dide destpêkirin.

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi hemû pêkhateyên xwe ve komîsyoneke hevbeş ava kir. Endamên komîsyonê li Diyarbekirê  di civîneke çapemeniyê de ragihandin ku dê di 22yê Sibatê de bi beşdariya nûner û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin.

Endama Sekreteryaya Tora Ziman û Çanda Kurdî Cevahîr Sadak got; ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya zimanê kurdî divê her kes li vê helmetê xwedî derkeve.

Cevahîr Sadak ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Şerma desthilatdaran e ku em ji bo ziman kampanyayên wiha didin destpêkirin. Mafê ziman mafekî mirovî ye, mafeke jiyanî ye. Lê mixabin zimanê me di hemû peymanan de bêstatû hatiye hiştin. Ev dazwaxa me daxwazek meşru ye. Dema ku kampanyaya me qediya em hêvî dikin bersivekê jê bistînin lê heger em bersiveke ji kampanyayê nestînin em ê li ber xwe bidin û dozan vekin. Li ser vê yekê jî maseyê hiqûqê yê Tora Ziman û Çanda Kurdî amadekariyan dike.”

Di daxuyaniya hevbeş de hat ragihandin ku mafên kurdan ji aliyê serdestan ve tên binpêkirin û serdest kurdan asîmîle dikin. Endamên komîsyonê amaje kirin ku zimanê kurdî divê bibe zimanê fermî û xwedî pêgeheke qanûnî.

Yek ji endamên Tora Ziman û Çanda Kurdî Garîp Kandemîr got; bi îmzeyên ku werin berhevkirin dê daxwaza mafê meşrû yê gelê kurd bê kirin.

Garîp Kandemîr destnîşan kir: “Ji bo ku hem zimanê kurdî bibe zimanê fermî hem jî bibe zimanê perwerdehiyê lazim e xebateke piralî bê meşandin. Em bawer in ku 22yê Sibatê dema ku vê kampanyayê dest pê kir dê kelecaneke xurt bikeve nav raya giştî ya kurd. Em ji tevahiya gelê xwe di vê mijarê de hestyariyeke xurt dixwazin ku xwedî li vê kampanyayê derkevin. Bi van îmzeyan dê dazwaza gelê kurd ya ziman were zelalkirin.”

Li Diyarbekirê dê di 22yê Sibatê de kampanyaya bi navê “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” dest pê dike. Di çarçoveya kampanyê de li kûçe û kolanên bajaran dê stand werin danîn û her dîsa bi rêya înternetê jî dê e-îmza werin komkirin. Armanc ew e ku ji milyonekê zêdetir îmze werin komkirin û ev îmze pêşkêşî rayedarên dewletê bên kirin û daxwaza mafê ziman were kirin.