PDKê dema lidarxistina kongreya xwe ragihand
Hewlêr (K24) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku PDK kongreya xwe ya çardehem dê di 26ê Gulanê de li dar bixe.
Fazil Mîranî ji rojnamevanan re axivî û eşkere kir; roja 26ê Gulana 2021ê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kongreya xwe ya çardehem li dar dixe.
Biryar bû kongreya çardehem di sala 2014an de bihata sazkirin, lê ji ber rewşa Herêma Kurdistanê û serîhildana şerê DAIŞê, şert û merc ji bo lidarxistina kongreyê guncaw nebû.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 16ê Tebaxa 1946an de hat damezrandin.