10 kes li Silêmaniyê gumana pêketina wan bi nifşê nû yê Koronayê heye

Li nexweşxaneya Şehîd Dr. Hêmin li Silêmaniyê, 10 haletên biguman ên pêketina bi nifşê nû yê Koronayê hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nexweşxaneya Şehîd Dr. Hêmin li Silêmaniyê, 10 haletên biguman ên pêketina bi nifşê nû yê Koronayê hene.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Dr. Hêmin, Dr. Dahat Hewêzî ji K24ê re ragihand, çend roj in hejmara haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê zêde bûne.

Dr. Dahat Hewêzî diyar kir jî, duhî 10 nexweş hatin nexweşxaneyê û gumana pêketina wan bi nifşê nû yê Koronayê li ser wan heye.

Da zanîn jî, ew 10 kes têkiliya wan bi xelkê Îran û başûrê Iraqê re hebûn û 3 kes ji wan ji yek malbatê ne.

Dr. Dahat Hewêzî diyar kir, test ji wan kesan re hatine kirin, lê ji bo piştrastbûnê testine din ji wan re tên kirin.