Hêzên Hevpeymanan li Iraqê ketin rewşa amadebaşiyê

Kanaleke Amerîkî eşkere dike ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê dikevin rewşa amadebaşiyê.

Hewlêr (K24) – Kanaleke Amerîkî eşkere dike ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê dikevin rewşa amadebaşiyê.

Li gor nûçeya kanala Fox News a Amerîkî, “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê dikevin rewşa amadebaşiyê, bi taybetî li binkeya esmanî ya Beled a li bakurê Bexdayê, tenê ji demjimêr 18:30 heta 05:00ê sibehê çalakiyên pêwîst encam didin”.

Ev jî weke pêngaveke xweparastinê ye li hember îhtimala encamdana her êrîşek ji aliyê milîsan ve, bi taybetî piştî bombebarana esmanî ya Amerîkayê bo ser her du komên Ketayîbê Hîzbullah û Seyîdul Şuheda li devereke sînorî ya navbera Sûriye û Iraqê ku di encamê de 22 çekdar hatin kuştin.

Ev derba Amerîkayê ya li komên çekdaran, weke derba yekem a îdareya Joe Biden tê dîtin, li gor nêrîna şarezayan, ev êrîş nehatibû çav